Ji 2 hezar kesan hat pirsîn: 3 ji 4 kesan erê kirin

Dîroka Weşanê: Google News
Ji 2 hezar kesan hat pirsîn: 3 ji 4 kesan erê kirin

Anketa ku ji hêla ASAL Research and Consultingê ve di Adara 2026an de hat kirin eşkere kir ku piraniya welatiyan li bendê ne ku miaşê herî kêm di vê nava salê de zêde bibe.

AMÎDA KURDÎ - Li gorî lêkolîna ku li 26 parêzgehan li seranserê Tirkiyeyê hat kirin, ji sedî 74.8ê beşdaran ji pirsa "Gelo divê miaşê herî kêm nava salê de zêde bibe?" re "Erê" gotine. Rêjeya kesên ku gotin "Na, divê neyê kirin" ji sedî 14.5 e û ji sedî 10.7 bê deng man. Daneyan nîşan dan ku şert û mercên aborî di civakê de bendewariyekê çedikê bo bilindbûna miaşan.

Daxwaza hevpar a dengdêran

Yek ji encamên balkêş ên lêkolînê ew bû ku bendewariya bilindkirina miaşan di ser siyasete de ye. Lêkolîn li gorî partî û dengdêran hat kirin. Di nav dengdêrên İYİ Partiyê de ji sedî 80.6, di nav dengdêrên CHPê de ji sedî 79.0 û di nav Partiya DEMê de ji sedî 77.6 e. Di nav dengdêrên MHPê de ji sedî 72.2 û di nav dengdêrên AK Partiyê de ji sedî 64.4 e.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove