AMÎDA KURDÎ - Nûnerên dîplomatîk ên her du welatên ku pêwendiyên wan ên fermî bi hev re nînin li Washingtonê li ser vê agirbesta mercdar li hev kir.

Biryar e her du alî ji bo guftûgoyên siyasî û ewlehiyê yên zêdetir, 22yê Hezîranê bicivin da ku bigihin peymaneke giştgir. Lê belê bicihanîna wê, bi mercê rawestandina temam a êrişan û vekişîna çekdarên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê ve hatiye girêdan.
Artêşa Îsraîlê alîgirên Hizbulahê bi wê yekê tohmetbar kirin ku li taxa Xiristiyanan a bajarê Sûrê tevdigerin. Artêşê hişyarî da ku divê taxê vala bikin û vê yekê di nav niştecihan de tirs çêkiriye. Îsraîlê van demên dawiyê êrişên xwe zêdetir kirine û êriş û bipêşveçûna herî mezin a bejahî ya du deheyên borî ya li ser axa Libnanê daye destpêkirin.
Şîrove