AMÎDA KURDÎ - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz li Tel Evîva paytext beşdarî civîneke ewlehiyê ya bilind bû û rewşa li herêmê nirxand. Yisrael Katz diyar kir ku ew dê şiyana leşkerî ya Îranê bikin hedef.

Wî anî zimên ku ew dê binesazî û qadên hilberînê yên ku Tehran ji bo tolhildanê bi kar tîne bikin armanc.
Wezîrê Îsraîlî destnîşan kir ku serkirde û fermandarên leşkerî yên Îranê jî di lîsteya wan a hedefan de ne.
Wî da zanîn ku operasyonên wan ên ji bo "têkbirina şiyanên stratejîk" dê bidomin.
Şîrove