Amîda Kurdî - Di lijneya bi serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz de, Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Derve, Wezîrê Karên Hundirîn û Wezîrê Parastina Neteweyî herwiha Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MİT) û Sekreterê Giştî yê Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) cih digirin. Tê payîn ku di vê civîna destpêkê de, ji bo pêkanîna erkên li qonaxên cuda yên pêvajoyê komîte bên avakirin.

Lijne dê çavdêriya pêkanîna çalakiyên di çarçoveya vê înîsiyatîfê de bike, koordînasyona di navbera saziyan de misoger bike û pêşveçûna pêvajoyê bi awayekî periyodîk binirxîne.
Lijne ku xwediyê wê desthilatê ye ku li gorî pêwîstiyê komîteyan ava bike, dikare daxwaz bike ku wezaret, saziyên giştî û kesên têkildar beşdarî civînên wê bibin. Herwiha, ew dikare pêşniyara rêziknameyên dadwerî, îdarî û yasayî yên pêwîst bike û dê bi awayekî birêkûpêk Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) derbarê çalakiyên xwe de agahdar bike.

Rola Ocalan
Di demekê de ku lijne yekem civîna xwe li dar dixe, Ocalan dê di wê beşa pêvajoyê de ku têkildarî pabendbûna endamên rêxistinê ya ji bo danîna çekan e, rolekê bilîze. Ew ê di çavdêriya pêkanîna meydanî ya pêvajoya bêçekkirinê û şopandina wê yekê de ku gelo endamên rêxistinê li gorî biryarên hatine girtin tevdigerin an na, cih bigire.

Di heman demê de rewşa endamên rêxistinê yên ku niha li Sûriyeyê ne, wekî mijareke sereke ya pêvajoyê tê destnîşankirin. Herçend tê ragihandin ku nêzîkî 10 hezar kes dixwazin ji Sûriyeyê vegerin Tirkiyeyê, tê gotin ku dewlet di qonaxa ewil de vegera hejmareke sînordarkirî li ber çavan digire.
Şîrove