Amîda Kurdî - Berî 65 salan, 11ê Îlona 1961ê gelê Başûr bi rêbertiya Mele Mistefa Barzanî li dijî hikûmeta wê demê ya Îraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kir.

Ew xebat di nava tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wekî Şoreşa Îlonê tê naskirin.

Artêşa Îraqê 11ê Îlona 1961ê Derbendî Bazyanê, Geliyê Xelekan û herêma Dihokê bombebaran kirin.

Şoreşa Îlonê bi rêberiya Mele Mistefa Barzanî Îlona 1961ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û heta îmzekirina Peymana Cezayîrê ya sala 1975an berdewam kir.
Şîrove