Îranê bi mûşekan baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hedef girt

Dîroka Weşanê: Google News
Îranê bi mûşekan baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hedef girt

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê îro dest pê kir û Îranê bi mûşekan êrîşê baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê kir.


Kaynak: Rudaw

AMÎDA KURDÎ - Ajansa Reutersê îro ragihand ku bi mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Îranê ragihand ku wan baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li çend welatên Rojhilata Navîn kirine hedef.

Pêwendiya telefonî ya Bexda û Tehranê

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser şer û aloziyan bi telefonê axivîn.

Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihand ku Ebas Eraqçî di peywendiyê de gotiye "Îran dê parastina xwe bidomîne" û diyar kiriye ku ew baregehên Amerîkayê yên li herêmê dikin hedef.

Li gorî daxuyaniyê, Fuad Husên diyar kiriye ku ew "bi tundî" li dijî zêdebûna aloziyên leşkerî ne û gotiye, "Şer ne çareserî ye."

Daxuyaniya Qeymeqamê Herîrê

Qeymeqamê Navçeya Herîrê Şêrwan Celal jî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Em hemû îdiayên bombebaranê red dikin û sînorê me bi temamî aram e."

Salên borî bi hinceta hebûna baregehên leşkerî çend caran êrişî Herîrê hatibû kirin.

Qeymeqam li ser vê yekê jî got, "Ti hêzên Amerîkayê li herêma me nînin."

Îro 28ê Sibatê êrişa Amerîka û Îsraîlê ya li hemberî Îranê dest pê kir û didome.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove