AMÎDA KURDÎ - Encumena Pisporên Rêberiyê, ku ji bo hilbijartina Rêberê Olî ê nû civiya, ragihand ku Seyîd Mucteba Xamineyî rêberê nû yê welêt e. Piştî mirina Elî Xameneyî di êrîşa hewayî ya Amerîka û Îsraîlê de di 28ê Sibatê de, piraniya endamên Meclîsê di dengdanê de piştgirî dan Mucteba Xamineyî

Mucteba Xamineyî kî ye?
Mucteba Xamineyî 8ê Îlona 1969an li bajarê Meşhedê ji dayîk bûye, yek ji 6 zarokên Elî Xamineyî ye.
Mucteba heta niha ti posteke wî ya fermî di hikûmetê de nebûye lê wekî yek ji kesayetiyên herî bibandor ên li pişt perdeyê yên biryarên siyasî û emnî yên Îranê dihat hejmartin.
Dîroka vê pêwendiyê vedigere dema beşdariya wî ya di bereyên şerê navbera Îraq û Îranê yê di heştêyên sedsala borî de.
Şîrove