Îran û Amerîkayê li hev kirin: Zêr bilind bû

Dîroka Weşanê: Google News
Îran û Amerîkayê li hev kirin: Zêr bilind bû

Îro bihayê zêr li bazarên cîhanê bi rêjeya zêdetirî ji sedî 1ê bilind bû.

AMÎDA KURDÎ -Daketina bihayê petrolê ya ji ber peymana demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de, metirsiyên enflasyonê kêm kirine û vê yekê jî xwesteka li ser zêr zêde kiriye. Piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 1,4an bilind bû û ons gihîşt 4 hezar û 316 dolaran.

Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa OANDAyê Kelvin Wong ragihand: "Bihayê zêr piştgirî ji nûçeyên erênî yên Rojhilata Navîn wergirtiye ku bûne sedema daketina bihayê petrolê."

Peymana ku ji 14 xalan pêk tê, agirbesta meha Nîsanê 60 rojên din dirêj dike da ku derfet ji bo dan û standinên dawî çêbibe. Di heman demê de Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger Tehran pêbend nebe, dê êriş û bombebaran ji nû ve dest pê bikin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove