AMÎDA KURDÎ - Bihayê petrolê bi şerê di navbera Amerîka û Îranê de bilind dibe.

Bihayê petrola brentê ya Deryaya Bakur di peymanên paşerojê de 2,69 dolaran ango bi rêjeya ji sedî 3,05 bilind bû û gihîşt 90,79 dolaran. Ev jî ji 11ê Hezîranê ve asta herî bilind e.
Şerê li Rojhilata Navîn di van çend rojên dawî de berfirehtir bûye û ev 9 şev in ku Amerîka li pey hev êrişên xwe yên li ser Îranê didomîne.
Di heman demê de Kuweyt û Behreynê ku hevalbendên Amerîkayê ne, rûbirûyî êrişên zêdetir ên Îranê bûn.
Di rojên borî de her du aliyan hatin û çûyîna keştiyan asteng kiriye.
Amerîka dibêje wê dorpêça deryayî daniye ser benderên Îranê. Îran jî dibêje ew wan keştiyan dikin armanc ku yasayên deryavaniyê yên li Tengava Hurmizê bin pê dikin.
Şîrove