Îlham Ehmedê spasiya Grahamî kir

Dîroka Weşanê: Google News
Îlham Ehmedê spasiya Grahamî kir

Peyama senatorê Amerîkî Lindsey Graham, ku çend roj berê hatibû parvekirin û bertek nîşanî êrîşên li ser Heleb û HSDê dida, li herêmê deng veda. Îlham Ehmed, Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, spasiya senatorê Amerîkî kir.

AMÎDA KURDÎ - Lindsey Graham, ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Trump re tê nasîn, bal kişandibû ser êrîşên li ser HSDê yên li rojhilatê Helebê û gotibû:

"Tiştê herî xemgîn ew e ku ez raporên pêbawer distînim ku hêzên artêşa Sûriyeyê û Tirkiye dibe ku li dijî hevalbendên me yên Kurd bêtir pêşve biçin. Ev gavek e ku dê bibe sedema bersivek pir tund ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bê dayîn."

Ji Îlham Ehmedê spasî

Îlham Ehmed di parvekirineke medyaya civakî de diyar kir ku daxuyaniyên senatorên Amerîkî piştgiriyeke siyasî ya girîng e li hember êrîşên li dijî Kurd û kêmneteweyên din ên li Sûriyeyê pêk tên û got, "Em ji bo diyalogê pabend in, lê pêvajoya veguheztinê ya Sûriyeyê nikare li ser hesabê gelê Kurd û kêmneteweyên din be"

Ehmed: "Birêz Graham, spas ji bo piştgiriya we. Dema ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê êrîşên hovane li dijî gelê Kurd li Helebê pêk tîne, ew di heman demê de daxwaz dike ku em avahiyên xwe yên parastinê hilweşînin."

Îlham Ehmed peyama xwe bi gotina "Em ji bo piştgiriya we pir spasdar in" bi dawî kir.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove