Amîda Kurdî - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îro li Şama paytexta Sûriyeyê dicivin.

Çavkaniyeke berpirs a ji nav Rêveberiya Xweser a ku nexwestiye navê wê eşkere bike ji Rûdawê re eşkere kiriye ku îro Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed îro li Şamê bi Ehmed Şer re dicivin.

Li gorî agahiyên wê çavkaniyê, di civînê de dê “pêvajoya tevlîbûna HSDyê ya nav artêşê û ew gavên ku di çarçoveya peymana 29ê Kanûnê Pêşîn de hatine avêtin” werin gotûbêjkirin.

Civîna dawî ya di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de 16ê Nîsana îsal bû.
Di wê civînê de ji bilî Îlham Ehmedê, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Nûnerê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo Pêkanîna Peymana 29ê Kanûna Pêşîn Ziyad Ayiş jî amade bûn.
Şîrove