Îlham Ehmed: Em jî ne razî ne

Dîroka Weşanê: Google News
Îlham Ehmed: Em jî ne razî ne

Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed derbarê biryara hikûmeta Sûriyeyê ya kêmkirina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bo çar saetan di hefteyê de, axivî. Ehmed got: "Em jî ne razî ne."

Amîda Kurdî - Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed ji bo kanala İlke TVyê bi Banu Guvenê re axivî. Îlham Ehmed sînordarkirina dersên Kurdî bo çar saetan wekî "gaveke paşveçûnê li gorî rewşa berê" pênase kir û got, "Di hemû gotûbêj û danûstandinên xwe de, me bi israr daxwaz kir ku Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê li dibistanan. Bi gotineke din, me dixwest ku perwerde bi temamî bi Kurdî be. Me ji bo vê yekê têkoşîn kir. Em dizanin ku gelê me ji encama heyî ne razî ye. Em jî ne razî ne. Lêbelê, pêvajo niha bi vî awayî dimeşe."

Rola Ehmed dê çi be?

Îlham Ehmed derbarê mijara jinên girêdayî YPJyê yên ku di artêşa Sûriyeyê de xizmetê dikin de wiha got, "Piştî çendîn danûstandinan, ew ne razî bûn ku jin di artêşê de xizmetê bikin." Herwiha Ehmed da zanîn ku hêj ne diyar e ka ew ê di parlamentoya Sûriyeyê de peywirekê bigire ser xwe an na, yan jî ew rol dê çi be.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove