Amîda Kurdî - Îlham Ehmed li ser pirsgirêka perwerdeya bi zimanê Kurdî ji Reutersê re axivî.

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku divê xwendina bi zimanê dayîkê di destûra nû de were bicihkirin û got:
"Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû wane li gel zimanên Îngilîzî, Erebî û zimanên din bi zimanê Kurdî bên xwendin.
Ev yek bi taybetî li van herêman (herêmên Kurdan) pêwîst e. Ji bo gelê Kurd gelekî girîng e ku bi zimanê xwe yê dayîkê fêr bibe. Li gel vê yekê jî ya ku niha tê dîtin gaveke ber bi pêş ve ye.

Li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, destûr hatiye dayîn ku waneyên erdnîgarî, dîrok, civaknasî û felsefeyê bi Kurdî bên xwendin.

Lê belê waneyên zanistî û bîrkariyê dê bi zimanê Erebî bin û waneya zimanê Kurdî jî di hefteyekê de tenê bi sê waneyan hatiye sînordarkirin.
Şîrove