Amîda Kurdî - Rojîn Kabaîş dema ku ji zanîngehê derketibû winda bûbû û termê wê 15ê Çiriya Pêşîn a 2024an li beravên Gola Wanê hatibû dîtin.

Karabulut diyar kir ku di mîde û organên hundirîn ên Rojînê de madeyên bêhişxistin û felçkirinê hatine dîtin. Parêzer Abdurrahman Karabulut destnîşan kir ku dîtina madeyên bêhişxistinê di laşê Rojîn Kabaîşê de nîşan dide ku ev bûyer kuştin e. Wî da zanîn ku vê yekê ti guman nehîştiye.

Li gorî daxuyaniya Karabulut, di otopsiyê de madeyên "Rocuronium" û "Ornidazole" di mîde û organên hundirîn ên Kabaîşê de hatine tesbîtkirin.
Şîrove