Îdiayeke girîng derbarê doza Rojînê de: Gelo kê telefona wê bi kar anî?

Dîroka Weşanê: Google News
Îdiayeke girîng derbarê doza Rojînê de: Gelo kê telefona wê bi kar anî?

Derbarê telefona Rojîn Kabaişê de hûrgiliyên nû derketin holê. Parêzerê malbatê, Abdurrahman Karabulut, diyar kir ku di navbera saet 19:04 û 20:03an de veguhestina daneyan hatiye qutkirin û ev yek nîşan dide ku dibe ku bûyer di vê demê de qewimîbe.

Amîda Kurdî - Termê Rojîn Kabaişê piştî 18 rojan di Gola Wanê de hatibû dîtin. Tevî ku nimûneyên DNAyê yên du mêran li deverên organên zayendî û sîngê Rojîn Kabaişê hatin dîtin jî, di lêpirsînê de hêj pêşveçûneke zelal çênebûye.

Telefona Rojînê li peravên Gola Wanê hat dîtin, di nav delîlên girîng ên lêpirsînê de cih digire. Telefona ku ji bo Îspanyayê hat şandin û piştre ji bo Çînê hate şandin, hêj nehatiye vekirin.

Parêzerê malbata Kabaişê, Abdurrahman Karabulut, di daxuyaniyeke xwe ya ji bo kanala A Haberê de destnîşan kir ku di çalakiya telefona Rojînê de qutbûneke yeksaetî çêbûye û piştî wê, veguhestina daneyên înternetê heta sibê berdewam kiriye.

Karabulutî diyar kir ku Rojîn heta gihîştiye cihê ku lê winda bûye, bi telefonê axiviye û da zanîn ku dibe ku ev axaftin bi rêya WhatsApp an Instagramê pêk hatibe.

Karabulut bal kişand ser wê yekê ku di navbera saet 19:04 û 20:03an de ti veguhestina daneyan û got ku ew bawer dikin dibe ku bûyer di vê demê de qewimîbe.

Karabulut îdia kir ku dibe ku çalakiya daneyan a li ser telefonê piştî windabûna Rojînê, ji aliyê kesên din ve hatibe kirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove