AMÎDA KURDÎ - Duh, şandeya HSDê ya bi serokatiya Mazlum Ebdî li Şamê bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re civiya. Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê, lihevkirinek li ser avakirina agirbesteke daîmî çêbû.

Li gor lihevkirinê dê personelên Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê li bajar û deverên girîng (Heseke, Qamîşlî û herêmên din) ji bo misogerkirina ewlehiyê werin bicihkirin.
Personelên HSDê dê li gund û deverên xwe yên di deste wan de ye bimînin.
Li gorî çarçoveyekê ku hûrgiliyên wê dê paşê werin ragihandin, amadekariyên entegrekirina HSDê di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de dest pê dike.
Operasyonên leşkerî dê li hemû eniyên şer werin rawestandin.
Bicihanîna peymanê dê di nav du rojan de dest pê bike.
HSDê hêj derbarê peymanê de daxuyaniyek nedaye.

Gelo HSD dê li ser sînor were bicihkirin?
General Ali Demir derbarê ewlehiya sînor de wiha got: "Li gorî madeya 4emîn a peymana ku di navbera Ehmed Şer û Mazlum Ebdî de di 18ê Kanûna Paşîn a 2026an de hatiye îmzekirin, her çend hemû deriyên sînor ên herêmê dê ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve werin girtin jî, divê bi eşkere were zelalkirin ka endamên HSDê an leşkerên hikûmeta Sûriyeyê dê li herêmên sînor ên Eyn El-Ereb (Kobanî), Dirbêsiyê, Amûde, Qamîşlo û Malikiyê werin bicihkirin."
Şîrove