AMİDA HABER- Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de derbarê civîna li Şamê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û endamên Fermandariya Giştî Sozdar Dêrik û Sîpan Hemo û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, diyar kir ku mijara yekparebûna leşkerî hatiye nîqaşkirin. HSDê her wiha diyar kir ku heta ku di navbera aliyan de çareseriyek neyê dîtin, hevdîtin dê berdewam bikin.

Daxuyaniya herî dawî ya HSDê
Daxuyanî wiha ye: "Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk îro sibehê bi rayedarên hikûmeta Şamê re civînek li dar xistin û di çarçoveya diyalogeke fermî de mijara yekkirina hêzên leşkerî hate nîqaşkirin."

Herdu alî heta ku encam werin bidestxistin li hev kirin ku di serdema pêş de civînên xwe bidomînin da ku li ser vê mijarê di çarçoveyek fermî de nîqaş bikin û bişopînin heta ku encam werin bidestxistin.’’
Şîrove