HSD hat hilweşandin, YPJ gihişte statûyeke fermî

Dîroka Weşanê: Google News
HSD hat hilweşandin, YPJ gihişte statûyeke fermî

Derbarê biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de û naveroka wê rêkeftina ku bi rayedarên Sûriyeyê re pêk hatibû, hûrgilî derketin holê. Li gorî rêkeftinê, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dê statûyeke fermî werbigirin.

Amîda Kurdî - Piştî du rojên danûstandinan li Şamê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand ku HSDê hebûna xwe timam kiriye û pêvajoya tevlîkirina wan bo nava Artêşa Sûriyeyê temam bûye.

Statûyeke fermî bo YPJyê

Pêşveçûneke girîng derbarê çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de jî pêk hat; mijarek ku demek dirêj cihê nîqaşê bû û di danûstandinan de bûbû sedema girêkeke siyasî.

Fermandara Giştî ya YPJyê Newroz Ehmed di heyeta li Şamê de cih girt û bi Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê re civiya. Çavkaniyan ragihandin ku YPJ dê di bin banê Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê de, tevlî yekîneyên têkoşîna li dijî terorê bibe.

Li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî rêkeftineke destpêkê

Di nava wan du rojên danûstandinan de, derbarê zimanê perwerdeyê de jî têgihiştineke destpêkê pêk hat. Li gorî rêkeftina destpêkê, dê çar an pênc ders bi zimanê Kurdî bên dayîn, lê dersên zanistên xwezayî dê bi zimanê Erebî bên dayîn.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove