AMÎDA KURDÎ - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediyê Ebdulahê ragihand ku li Kobaniyê ji ber dorpêç û sermayê "çar zarokan canê xwe ji dest daye.”

Hediyeyê ji Rûdawê re got,"Ji ber dorpêça tund a li ser Kobaniyê, çar zarokan ji ber sermayê li wî bajarî canê xwe ji dest daye."
Li gorî agahiyên ku Rudawê par ve kiriye, ev çend roj in bajarê Kobaniyê ku 150 hezar Kurd lê dijîn bi temamî hatiye dorpêçkirin, rêyên bajêr ên ber bi derve ve bi temamî hatine girtin; av li ser xelkê hatine birîn. Her wiha berfeke zêde bariye û vê yekê jî rewşa hemwelatiyan zehmettir kiriye. Heyva Sor a Kurd bi rêya tîmên xwe yên li bajarê Kobaniyê agahî wergirtiye ku çar zarok canê xwe ji dest dane.
Şîrove