Hesen Cemal: Ji bo Ocalan pirsa min a yekem amade ye

Dîroka Weşanê: Google News
Hesen Cemal: Ji bo Ocalan pirsa min a yekem amade ye

Rojnameger Hesen Cemal got ku ew dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û pirsa wî ya yekem dê ev be, "Pirsgirêka Kurd bêyî demokrasî û hiqûqê çareser dibe?"

AMÎDA KURDÎ - Hesen Cemal beşdarî Foruma Aştî û Azadiya Civakî ya li Amedê bû û pirsên MAyê bersivandin. Cemal êş û zehmetiyên berê bi bîr xist û got, "Ji bo parastina aştiyê, divê em nebin girtiyên êşê. Dîroka mirovahiyê bi xwînê hatiye nivîsandin. Dema ku dîroka mirovahiyê dihat nivîsandin, xwîn wekî çem diherikî. Êşên mezin hatin kişandin. Lê paşê mirov neçar man ku li hev bikin, daku aştiyê bînin."

Pirsa Hesen Cemal ya yekem

Hesen Cemal diyar kir ku di hişê Ocalan de di derbarê pêvajoyê de tije pirs hene û got, "Rewşa Ocalan, statuya wî ya niha ji wekheviyê dûr e. Ez dixwazim bikaribim bi Ocalan re rû bi rû li ser van tiştan biaxivim her wekî ku em di bihara 1993an de li geliyê Bekayê axivîbûn. Lê em hîn nekarîne biaxivim. Ew statu bi rastî hewce ye ku were dayîn."

Cemal diyar kir ku ew dixwaze bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got, "Wekî rojnamegerekî, binerin, lênûska min li vir e. Pirsa yekem ku ez dixwazim bipirsim jî ev e: Gelo pirsgirêka Kurd bêyî demokrasî û hiqûqê çareser dibe?"

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove