Amîda Kurdî - Hejmara 13an a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger" derket ku ev hejmara bi taybetî bi temaya erotîzmê derdikeve pêşberî xwîneran.
LEWerger 4 mehan carekê derdikeve û bi temen jî derbasî sala xwe ya 5an dibe. Hejmara 13an a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire. Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin Portugalî, Ermenî, Swêdî, Galîsî, Bulgarî, Erebî, Fransî, Almanî, Rûsî, Îngilîzî, Farisî, Îtalî, Spanyolî û hinek zimanên din hene.
Helbest vê hejmarê ji aliyê wergêrên Kurd ên mîna Ûrfan Kenî, Serhat Aydin, Samî Hêzil, Newzad Valêrî, Guven K., Rizgar Elegez, Ciwan Qado, Tengezarê Marînî, Selîm Nalî Gulfiraz, Vrezh Kosayan, Azad Rêbiwar, Dîlan Şewqî, Nûwar, Aysel Tabak, Alan Hemo, Besam Mistefa, Azad Ekkaş, Elîşêr, Jiyar Homer û hinek wergêrên din ve li zimanê Kurdî hatine wergerandin.
Komîteya weşana kovarê di pêşgotina xwe de dibêje:
"Erotîzm ji wî cihê ku peyv nikare her tiştî bêje dest pê dike. Ew ne tenê behsa laş, arezû yan kêfê ye. Ew rewşek e ku mirov tê de xwe û yê/a din bi awayekî nû hest dike; kêliyek e ku dîwarên di navbera me û bedenên me de avabûyî, hêdî hêdî derzê dixwin û diherifin. Erotîzm di helbestê de ne tenê nîşana arezûya cinsî ye. Ew dikare bibe zimanê hezê, yê azadiyê, yê serhildanê û carinan jî yê tenêbûnê. Mirov di wê de ne tenê li laşê yê/a din, li yê xwe jî vedikole. Ji ber vê yekê, erotîzm carinan ji xala herî nêz dest pê dike lê di dawiyê de mirov tîne dixe nava guloka pirsên herî kûr ên hebûnê."
Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.
Edîtorên vê hejmara 13an jî ev in: Yeqîn H., Samî Hêzil, Alan Hemo, Aysel Tabak, Aydin Ekîn, Buhişt Issa, Seyîdxan Kurij, Hoşeng Nizarî û Elîşêr in.
Redaksiyona vê hejmarê jî bi vî rengî ye: Kurmancî: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî, Yeqîn H. Xwendina dawî: Osman Bozkurt. Kirmanckî: Seyîdxan Kurij. Soranî: Besam Mistefa.
Şîrove