AMÎDA KURDÎ - Hejmara fermî ya mirinan a xwepêşandanên ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Îranê ji ber krîza aborî û kêmbûna nirxa pere dest pê kirin, hatiye zelalkirin. Weqfa Şehîd û Xaziyan li gorî daneyan ragihand ku bi hezaran kes di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane.

2,427 wek "Şehîd" hatin ragîhandin
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku bi tevahî 3,117 kes di bûyerên tundûtûj de jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku 2,427 ji kesên ku mirine hêzên ewlehiyê û sivîlên ku ji hêla "komên terorîst ên çekdar" ve hatine kuştin, bûn û van kesan statuya "şehîdîtiyê" wergirtine. Di daxuyaniyê de hat îdîakirin ku piraniya mirinan encama kiryarên terorîstî ne û hin xwepêşander jî ji hêla provokatoran ve hatine hedefgirtin.
HRANA: Hejmara miriyan ji 4,500an derbas dike
Her çend hejmarên fermî behsa 3,000an dikin jî, Ajansa Çalakên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ya ku navenda wê li Amerîkayê ye îdîa dike ku hejmara miriyan pir zêdetir e. HRANA îdia dike ku di bûyeran de 4,519 kes hatine kuştin.
Şîrove