AMÎDA KURDÎ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di Civîna Encûmena Partiyê de axivî û bersiv da rexneyên Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz.

Yilmaz gotibû, “Divê partiya we li ser pêvajoyê zelal be.”
Hatimogullariyê li hemberî vê yekê got, “Şiyana çêkirina yasayan di destê desthilatê de ye. Hûn in ku pêvajoyê bi demê re belav dikin. Dema em vê bi bîra we dixin bila zorê li we neke.”

'Pêdiviya Rojhilata Navîn bi aştiyeke stratejîk heye'
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser şerê Îran, Îsraîl û Amerîkayê û diyar kir ku ev şer bûye sedema erdhejeke jeopolîtîk a mezin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di berdewamiyê jî de got, “Doh li Xeze, Rûsya, Ukrayna, Somalî û Sûriyeyê şer hebû, niha jî li Îranê didome.
Ev şer pergal teqand. Pêdiviya Rojhilata Navîn ne bi aştiyeke taktîkî, bi aştiyeke stratejîk heye. Ev aştî jî bi dabînkirina aştiya navxwe xurttir dibe.”

'Li Tirkiyeyê sê krîzên mezin hene'
Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzên aborî, ekolojîk û enerjiyê kûr bûne.
Hatîmogullariyê di berdewamiyê jî de got,“Desthilat ji bo sermayeyê xwezayê talan dike.
Li her derê Tirkiyeyê rûxandineke ekolojîk heye lê li hemberî vê berxwedaneke mezin jî heye.
Krîza din a enerjiyê ye. Her tim digotin me gaz û petrol dîtine. Naxwe li kû ne? Çima bihayê benzînê gihîşt 62-64 lîreyan?”
Şîrove