AMÎDA KURDÎ - Du guhertinên girîng di kabîneyê de çêbûn ku ev çend roj in li Enqerê mijara gelek nîqaşan e.
Erdoganî îmze kir
Biryara tayînkirinê, ku ji hêla Serokkomar Recep Tayyip Erdoganî ve hat îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryarê, Akın Gürlek wek Wezîrê Dadê li şûna Yılmaz Tunç û Mustafa Çiftçi jî wek Wezîrê Karên Hundir li şûna Ali Yerlikaya hat tayînkirin.

Ajansa Anadoluyê: Wezîran daxwaza îstîfakirinê kir
Li gorî nûçeya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê ve hatiye ragihandin, Dozgerê Giştî yê Stenbolê Akın Gurlek, , wek Wezîrê Dadê li şûna Yılmaz Tunç hat tayînkirin. Waliyê Erzurumê Mustafa Çiftçi, wek Wezîrê Karên Hundir li şûna Ali Yerlikaya hat tayînkirin.
Şîrove