AMÎDA KURDÎ – Amedspor bi armanca avakirina tîmek bihêz ji bo sezona xwe ya yekem di Super Ligê de, dest bi pêvajoya transferkirinê kiriye. Tê ragihandin ku bi futbolîstê Portekîzî Kévin Rodrigues re ku herî dawî di Gaziantep FKyê de lîstiye, di prensîbê de li hev kiriye.

Kévin Rodrigues kî ye?
Kévin Rodrigues, futbolîstek Portekîzî ye ku li Fransayê ji dayik bûye, di seranserê kariyera xwe de ji bo klûbên mezin ên Ewropî lîstiye. Rodrigues 32 salî ye û bi giranî wekî berevanê çepê dilîze, lê di heman demê de gava ku pêwîst be dikare li baskê çepê an jî li navendê jî bilîze.
Şîrove