Feti Yildiz: Qanûna pêvajoyê dê bi zêdetirî 430 dengan were pejirandin

Dîroka Weşanê: Google News
Feti Yildiz: Qanûna pêvajoyê dê bi zêdetirî 430 dengan were pejirandin

Cîgirê Serokê Giştî yê MHPyê Feti Yildiz ragihand ku "Pêşnûmeya Yasayê ya li ser Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî" bi îmzeya 360 parlamenteran pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin û li bendê ku bi zêdetirî 430 dengan were pejirandin.

AMÎDA KURDÎ - Feti Yildizê ji MHPyê peyamek li ser hesabê medyaya civakî de ragihand ku "Pêşnûmeya Yasayê ya li ser Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî" bi îmzeya 360 parlamenteran pêşkêşî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye kirin.

Yildiz da zanîn ku di pêvajoya amadekirina pêşnûmeyê de, biryarên dadgehên bilind ên neteweyî û navneteweyî, nîqaşên doktrînal û mînakên cîhanî li ber çavan hatine girtin û di encamê de modelek taybet a ji bo Tirkiyeyê hatiye afirandin.

‘Tê payîn ku bi zêdetirî 430 dengan were pejirandin’

Yildiz di peyama xwe de diyar kir ku tê payîn pêşnûme di destpêka hefteya bê de li Lijneya Giştî ya TBMMê were nîqaşkirin û bi zêdetirî 430 dengan were pejirandin; herwiha destnîşan kir ku ev rêzikname dê bi lihevkirineke berfireh bikeve meriyetê.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove