Amîda Kurdî - Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek derbarê pêvajoyê de parve kir. Yildiz rewşa heyî nirxand û diyar kir ku ji banga ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma parlamentoyê ya MHPê de di 22ê Çiriya Pêşîn a 2024an de kiribû, du sal derbas bûne.

‘Hêj rêyeke me ya dirêj heye’
Yildiz destnîşan kir ku ev qonaxa heyî bi saya desthilata Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, serkêşiya bi biryar a Devlet Bahçelî, îradeya hevpar a "Hevpeymaniya Gel" (Cumhur İttifakı) û xebatên hûrgilî yên saziyên dewletê hatiye bidestxistin û ev peyam da: "Hêj rêyeke me ya dirêj heye."

Yildiz anî ziman ku ev pêvajo bûye sedema afirandina xebateke berfireh û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Tirkiyeyeke ji terorê paqijkirî, tê wateya aştiyê û biratiyê."
Şîrove