AMÎDA KURDÎ - 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ya ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 22’yê Nîsanê û 2’yê Gulanê de bê lidarxistin, bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” komên şanoyê yên 19 welatan tîne cem hev û bajêr vediguherîne hevdîtineke hunerî ya pirzimanî û pirçandî.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, îsal 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” pêk tîne. Festîvala ku dê di 22’yê Nîsanê de dest pê bike û heta 2’yê Gulanê dewam bike, dê komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê bîne cem hev. Di festîvalê de bi giştî 22 lîstik dê bên nîşandan. Beşeke zêde ya lîstikan dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê bên lîstin û hin performans jî dê li qadên vekirî derkeve pêşberî temaşevanan. Di çarçoveya festîvalê de ligel lîstikan; hevpeyvîn, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî dê bên organîzekirin.
Komên şanoyê yên ji gelek welatan wek Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ukrayna û Ugandayê dê heman sehneyê parve bikin û tevkariyê li danûstandina çandî bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî, di navbera coxrafyayên cihêreng de diyalogê ava bike.
Temaya ‘Ji bo Aştîyê Diyalog’ derdikeve pêş
Festîvala ku bi sernavê “Ji bo Aştîyê Diyalog” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya di avakirina pira di navbera çandên cihê de, zindîhiştina hafizeya civakî û hilberandina gotinan di demên krîzê de wek navend digire. Bi festîvalê re armanc ew e ku şano wekî zimanekî hevpar, zemîna piştgiriyê û qada hafizeya kolektîf bê xurtkirin.
Şîrove