AMÎDA KURDÎ - 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve di navbera 22yê Nîsanê û 2yê Gulanê de tê lidarxistin, destpê kir.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, îsal 11emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi temaya “Ji bo Aştîyê Diyalog” pêk tîne. Festîvala ku dê di 22yê Nîsanê de dest pê kir û heta 2yê Gulanê dewam dike, komên şanoyê yên 19 welatan li Amedê tîne cem hev. Di festîvalê de bi giştî 22 lîstik tên nîşandan. Beşeke zêde ya lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê tên lîstin û hin performans jî li qadên vekirî derdikeve pêşberî temaşevanan. Di çarçoveya festîvalê de ligel lîstikan; hevpeyvîn, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan jî tên organîzekirin.
Komên şanoyê yên ji gelek welatan wek Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Ukrayna û Ugandayê dê heman sehneyê parve bikin û tevkariyê li danûstandina çandî bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî, di navbera coxrafyayên cihêreng de diyalogê ava bike.
Temaya ‘Ji bo Aştîyê Diyalog’ derdikeve pêş
Festîvala ku bi sernavê “Ji bo Aştîyê Diyalog” tê lidarxistin, hêza şanoyê ya di avakirina pira di navbera çandên cihê de, zindîhiştina hafizeya civakî û hilberandina gotinan di demên krîzê de wek navend digire. Bi festîvalê re armanc ew e ku şano wekî zimanekî hevpar, zemîna piştgiriyê û qada hafizeya kolektîf bê xurtkirin.
Şîrove