Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê dest pê dike

Dîroka Weşanê: Google News
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê dest pê dike

Li bajarê Chicagoyê yê Amerîkayê Festîvala 3yemîn a Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê 7 û 8ê Çiriya Paşîn tê lidarxistin.

Amîda Kurdî - Festîval ji aliyê Navenda Çanda Kurdan a Illinoisê (KCCI) ve tê birêxistin û dê 2 rojan berdewam bike.

Birêvebiriya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir û xelk vexwend festîvalê.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Em gelekî bi kelecan in ku we vedixwînin Festîvala Fîlmên Kurdî ya Chicagoyê ya sala 2026an!

Ji bo du rojên sînemaya Kurdî, çîrokbêjî û civakê tevlî me bibin da ku em çand, dengê xwe û sînemagerên ku wan tînin ser ekranê pîroz bikin."

Ev xula sêyemîn a festîvalê ye ku çand, berxwedan û afirîneriya gelê Kurd bi rêya sînemayê nîşan dide.

Di bernameyê de dê fîlmên cur bi cur ên wekî belgefîlm û fîlmên çîrokî yên xelatgirtî ji aliyê sînemagerên Kurd ên ji seranserî cîhanê ve werin nîşandan.

Bernameya 2 rojan a festîvalê

Roja yekem a festîvalê 7ê Çiriya Paşîn demjimêr 16:00an li avahiya Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê (KCCI) dest pê dike.

Di roja yekem de dê nîşandana fîlmên kurt, paneleke gotûbêjê û hevdîtina sînemageran bi beşdaran re pêk were.

Navenda KCCIyê dê di roja yekem de ji bo mêvanan xwarinên sivik jî amade bike.

Roja duyem a festîvalê jî 8ê Çiriya Paşîn demjimêr 10:00an li Damen Cinemayê ya Zanîngeha Loyolayê bi rê ve diçe.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove