Êrîşeke bi çek li ser komeleya zimanê Kurdî: Kesek hat desteserkirin

Dîroka Weşanê: Google News
Êrîşeke bi çek li ser komeleya zimanê Kurdî: Kesek hat desteserkirin

Hat ragihandin ku şeva borî li navçeya Çerkezkoy a Tekirdagê, êrîşeke bi çek li ser Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê hatiye kirin.

Amîda Kurdî - Li gorî nûçeya MAyê, du gule li avahiya komeleyê ketine û li cihê bûyerê sê qalikên guleyan hatine dîtin.

Kesên ku di dema bûyerê de li qata komeleyê bûn, diyar kirin ku êrîş derdora saet 00.10an pêk hatiye.

Kesek hat desteserkirin

Hat ragihandin ku piştî agahdarkirina derbarê bûyerê de, kesek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê ya li Çerkezkoy a Tekirdagê, di Gulana 2024an de hatibû vekirin û xizmetên zimanî daye detpêkirin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove