AMÎDA KURDÎ - Nûnerên partîyên Kurd êrîşa mûşekî ya li ser Pêşmergeyan ku 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû şermezar kirin.
Koma ku nûnerên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, û VEJIN di nav de bûn, bi daxuyaniyekê li hev civiyan û li Qada Şêx Seîd êrîşên ji hêla Îranê ve hatine kirin şermezar kirin.
Bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin
Di daxuyaniyê de êrîş wekî binpêkirina qanûnên navneteweyî hat binavkirin û ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigire.
Şîrove