Amîda Kurdî – Erebistana Siûdî ragihand ku êvara 15ê Îlonê, balafireke bêmirov (UAV) ku tê gotin ji aliyê Hûsiyên li Yemenê ve hatiye şandin li başûrê Mekeyê hatiye tespîtkirin û têkbirin.

Hûsî îdiayê red dikin
Hûsiyan tohmeta Erebistana Siûdî red kir. Berpirsê Hûsiyan Hazem el-Esed ew îdia red kir ku wan Meke an jî cihekî din ê pîroz nekiriye armanc.

Şermezarkirinek ji Tirkiyeyê
Di daxuyaniyeke nivîskî de Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê êrîşa bi balafira bêmirov a Hûsiyan a li dijî bajarê pîroz ê Mekeyê bi tundî şermezar kir.

Bertek ji cîhana Îslamî
Daxuyaniyên Urdun, Libnan, Qeter û Filistînê, ser girîngiya ewlehiya Erebistana Siûdî û parastina Mekeyê û cihên din ên pîroz bûn. Rêxistina Hevkariya Îslamî jî êrîş şermezar kir.
Şîrove