Êrîşa dronî li ser mala Barzanî: Ez bi tundî şermezar dikim

Dîroka Weşanê: Google News
Êrîşa dronî li ser mala Barzanî: Ez bi tundî şermezar dikim

Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û Mesrûr Barzanî derbarê vê êrîşê de got, ‘’Ev pêşhateke metirsîdar e."


Kaynak: RUDAW

Amîda Kurdî - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ofîsa wî ya taybet û mala Serokê Dezgeha Asayîş û Îstixbaratê bi dronên Îranê hatine armanckirin û got, "Ev pêşhateke metirsîdar e."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişên bi dronan ên li ser ofîsa xwe peyamek belav kir û got:

"Piştî lêkolîna Dijîterora Kurdistanê, derket holê ku îro sibehê ofîsa min a taybet û mala Serokê Dezgeha Asayîş û Îstixbaratê bi dronên Îranê hatine armanckirin. Ev pêşhateke metirsîdar e û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê. Ev êriş dê me ji bicihanîna erkên me û parastina welatiyên me sar nekin."

Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.

Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:

"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove