AMÎDA KURDÎ - Kordînatorê Medyayê yê Komeleyê Afşîn Dadvand da zanîn ku êrişê piştî nîvê şevê serkirdayetiya Komeleyê kiriye armanc lê ti ziyanên canî nînin.

Afşîn Dadvand da zanîn ku ji destpêka şerê Amerîka û Îranê yê 28ê Sibatê û vir ve, kampa Komeleyê ya li Herêma Kurdistanê 4-5 caran rastî êrişan hatiye.
Her çend di navbera Amerîka û Îranê de agirbesteke lawaz hatibe ragihandin jî Tehran van rojên dawî dîsa bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê dike.
Şîrove