Amîda Kurdî - Keskîn, derbarê bûyerên 22ê Cotmeha 1993an de ku wekî "şewitandina Liceyê" tê zanîn, li ser hesabê xwe yê Xê nivîsand: "Yekem heyeta ku kete Liceyê, heyeta IHDyê [Komeleya Mafên Mirovan] bû. Em Mahmut Şakar, Aysel Tuğluk, Tahir Elçi û hevalên din ketin Liceyê. Em bi jinên ku bi Kurdî qîr dikirin û digotin 'Em naxwazin bibin cerdevan!' re rûbirû man."

'Yuzbaşiyek li ser maseya Qaymeqam rûniştibû'
Keskîn, wiha tîne ziman: "Yuzbaşiyek li ser maseya Qaymeqam rûniştibû. Hemû zilamên navçeyê li qereqola cendirmeyan di bin çavan de bûn. Li derve tenê jin, zarok, pîr û kal û kesên astengdar mabûn. Dema ku yuzbaşî ji me re digot 'Divê Lice sîstema cerdevaniyê qebûl bike', girseya li derve bi dirûşmên 'Em naxwazin bibin cerdevan!' denge xwe bilind dikirin. Ev hemû mîna dîmenekî fîlmê bû. Lice nebû gundekî cerdevanan! Û berpirsiyarên wê komkujiyê qet nehatin darizandin."
Şîrove