Amîda Kurdî - "Pêşnûmeya Yasayê ya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wekî "yasayeke çarçove" tê dîtin piştî ku ji aliyê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ve hat pesendkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Bi weşandina yasayê re, wextê destpêkirina karê lîjneyê jî diyar bû.
Cîgirê Serokkomar Cevdet Yılmaz di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de ragihand ku civîna destpêkê ya lîjneyê ji bo roja Duşemê, 24ê Tebaxê, hatiye plankirin.
Yılmaz di daxuyaniya xwe de got:
"Bila 'Yasaya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî' (Yasaya Hejmar 7595) ku ji aliyê Parlamentoya me ya hêja ve bi dengên rekor (467 deng) hat qebûlkirin û piştre ji aliyê Serokkomarê me Birêz Recep Tayyip Erdogan ve hat îmzekirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin bibe sedema xêr û bereketê."
Şîrove