Amîda Kurdî - Piştî pêşkêşkirina "Pêşnûmeya Yasayê ya derbarê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî" ji bo Ofîsa Serokatiyê, tê plankirin ku Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) saet 15:30an li Kompleksa Serokkomariyê ya li Beştepeya Enqereyê, bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bicive. Hat ragihandin ku Erdogan û Bahçelî dê beriya vê civîna girîng hevdîtinekê bikin.

Rêveberê Ragihandinê yê Serokkomariyê Burhanettin Duran ragihand ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî dê li Kompleksa Serokkomariyê bicivin.
Şîrove