AMÎDA KURDÎ - Serokkomar Recep Tayyip Erdogan di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de axivî. Erdogan derbarê pêvajoyê de daxuyaniyên girîng da.

Xalên sereke ji axaftina Erdogan ev in:
Di heyama 16 mehî ya pêvajoya "Tirkiyeya Bê Teror" de pêşketinên girîng çêbûne. Spas ji Xwedê re, pêşketinên hevîbexş çêbûne.
Tirkiyeyê fersendeke dîrokî bi dest xistiye. Rapor, ku wekî encameke gihîştina demokratîk û lihevkirinek siyasî ku di dîroka me de kêm caran tê dîtin. Kes nikare vê yekê rawestîne. Qonaxeke nû ya pêvajoyê dê dest pê bike.
(Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê) Rapor îmzeyeke hêja ye li ser pêşeroja hevpar a Tirkiyeyê û xurtkirina biratiya wê ve.
Di her gaveke ku me avêtiye, di her biryareke ku me daye û di her siyaseteke ku me heta niha şopandiye de, em bi biryar in ku vê yekê bidomînin.
Şîrove