Amîda Kurdî - Serokkomarê Tirkiyê RecepTayyip Erdogan beşdarî çalakiyeke li Gotham Hall bû ku ji aliyê Komîteya Rêveber a Neteweyî ya Tirk-Amerîkî (TASC), Yekîtiya Demokratên Navneteweyî (UID), MÜSİAD û Encûmena Rêxistinên Misilman ên Amerîkayê (USCMO) ve hatibû organîzekirin. Erdogan di axaftina xwe de peyamên derbarê perwerde û çanda civakên Tirk û Misilman ên li derveyî welat dijîn, herwiha parastina têkiliyên wan bi welatê wan re, dan.

"Em ji bo entegrasyonê dibêjin erê, ji asîmîlasyonê re na"
Erdogan bal kişand ser girîngiya wergirtina perwerdeyeke baş ji bo zarok û ciwanan û destnîşan kir ku fêrbûna ziman û çanda xwe û domandina têkiliyan bi Tirkiyeyê re, ne asteng e li ber entegrasyonê. Erdogan got: "Ji Misilmanan tê hêvîkirin ku li şûna entegrasyonê, asîmîle bibin. Lêbelê em ji bo entegrasyonê dibêjin 'erê' û ji bo her cureyeke asîmîlasyonê jî dibêjin 'na'."
Şîrove