AMÎDA KURDÎ - Partiya Refahê (YRP) bertek nîşanî daxuyaniyên Cîgirê Serokê MHP Feti Yildiz dan ku derbarê "Mafê Hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan da û îdia kir ku di nav komîsyonê de lihevkirinek bi vî awayî rastiyê nîşan nade.

'Divê biryar bi referandûmê were dayîn'
Dogan Bekin, endamê Komîsyona Yekîtî, Hevgirtin û Biratiya Neteweyî ya TBMMyê li ser navê Partiya Refahê axivî û diyar kir ku îdiayên lihevkirina di navbera hemû partiyan de ne rastin, îdiayên "Mafê Hêviyê" ji bo Abdullah Ocalan rastiyê nîşan nadin. Divê biryar bi referandûmê were dayîn.

Di Komîsyonê de lihevkirinek tune ye
Bekin diyar kir ku ne guncaw e ku pêşnûmeyek beriya Numan Kurtulmuş were parvekirin. Wî tekez kir ku helwesta Partiya Refahê ya li ser "Mafê Hêviyê" eşkere ye û biryareke wisa tene bi referandûmê pêkan e.
Şîrove