Emîn Ay: Vîna gel hat hedefgirtin

Dîroka Weşanê: Google News
Emîn Ay: Vîna gel hat hedefgirtin

Hewldana êrişa çekdarî ya li dijî rêveberiya Şaredariya Bismilê bi daxuyaniyeke girseyî ya li pêşiya avahiya şaredariyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êriş rasterast li dijî vîna gel û siyaseta demokratîk pêk hatiye.

Amîda Kurdî - Ji ber hewldana êrişa çekdarî ya ku di 1ê Cotmehê de li dijî rêveberiya Şaredariya Bismilê pêk hatibû, li pêşiya avahiya xizmetê ya şaredariyê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî bi beşdariya girseyeke qelebalix pêk hat. Hevşaredar Emîn Ay, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk, Hevserokên Bajêr ên Amedê yên DEM Partî û DBP'ê, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

"Li Hemberî Zordariyê Bersiva Me Dê Parastina Aştiyê Be"

Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevşaredar Emîn Ay axivî û êrişa çekdarî bi tundî şermezar kir. Ay di axaftina xwe de bal kişand ser armanca êrişê û got ku armanc têkbirina destkeftiyên demokratîk e:

"Ev êriş rasterast vîna gelê Bismilê û siyaseta demokratîk hedef digire. Lê belê her kes divê bizanibe ku li hemberî vê zordariyê û hemû hewldanên çavtirsandinê, bersiva me dê her tim parastina aştiyê û vîna gel be."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove