Amîda Kurdî – Di panela Encûmena Atlantîkê de, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer bersiva pirsên Brett McGurk da û diyar kir ku naskirina mafên çandî û zimanî yên Kurdên hem berpirsiyariyeke hikûmetê ye û hem jî mafekî rewa yê gelê Kurdan e. Wî destnîşan kir ku wan bi serkirdetiya Kurd re li hev kiriye ku li deverên xwedî nifûseke mezin a Kurd, perwerde bi zimanê Kurdî were kirin.

‘Me li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî li hev kir’
Ehmed Şer got, "Kurd beşek ji civaka Sûriyeyê ne û di nava vê dewletê de dijîn. Ji ber ku naskirina fermî ya mafên çandî û zimanî yên Kurdan hem erkek e û hem jî mafekî rewa ye, me biryarnameyek derxist û piştî sedsalekê ew bi dilxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin."

‘Dewletê bi rêya peymana bi HSDyê re kontrola hemû axê bi dest xist’
Şer got, "Piştî wê peymana ku me bi wan re pêk anî, niha dewlet kontrola hemû axa Sûriyeyê dike. Pêvajoya entegrasyonê têkildarî komeke çekdar a taybet bû, ne bi civaka Kurd re bû. Girîng e ku mirov di navbera herduyan de cudahiyê bike, ji ber ku ew koma çekdar a behsa wê tê kirin, nûnertiya tevahiya nifûsa Kurd nake."
Şîrove