Amîda Kurdî - Bitlisspor a ku kêm mabû derkeve Lîga 2yemîn a TFFyê bi awayekî bi îddîa xwe ji bo serdema nû amade dike. Tîma Bedlîsê di çarçoveya xebatên xwe yên transferkirinê de, bi anîna lîstikvanên girîng kadroya xwe xurt dike.

Tîma Bedlîsê futbolîstê Nîjeryayî yê xwedî ezmûn Stanley Nka Ohawuchi re li hev kir; Ohawuchi herî dawî dema ku ji bo Muşsporê dileyîst, şampiyonî bi dest xistibû.
Ji bo Stanley Nka Ohawuchi ku yekem futbolîstê biyanî yê Bitlissporê ye wek "Reşo" tê binavkirin.
Şîrove