AMÎDA KURDÎ - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî di hevpeyvînekê de ya bi Ronahi TV re kir, diyar kir ku tevî agirbesta 15 rojî êrîş berdewam dikin, bi taybetî li dora Kobanî. Bi bîr xist ku agirbest ji bo veguhestina girtiyên DAIŞê bo Iraqê hatiye ragihandin û Ebdî diyar kir ku binpêkirinên li ser erdê pêvajoyê dijwar dikin.

'Em pabendî agirbestê ne'
Ebdî diyar kir ku armanca wan bi sûdwergirtina ji pêvajoya agirbestê di pêkanîna peymana 18ê Kanûna Paşîn de pêşketinekê berbiçav bi dest bixin. Mazlum Ebdî got, "Divê binpêkirinên agirbestê bi dawî bibin. Em pabendî vê pêvajoyê ne û em ê berdewam bikin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin."
Danûstandinên bi Şamê re berdewam dikin
Ebdî ragihand ku têkilî bi hikûmeta Şamê re berdewam dikin û destnîşan kir ku navbeynkar jî di pêvajoyê de beşdar in, lê her çend li ser hin mijaran lihevkirin çêbûne jî, heya niha ti encamek berbiçav nehatiye bidestxistin. Wî girîngiya kanalên diyalogê tekez kir.
Ebdî diyar kir ku wan hin navên ku ji hêla Şamê ve ji bo parêzgariya Hesekê û karên din ên dewletê hatine xwestin pêşkêş kirine, lê hîn bersivek negirtine û got ku ew ji bo çareseriyekê hewl didin.
Şîrove