Amîda Kurdî - Dadgeha Destûrî Bingehîn biryar da ku hêzên ewlehiyê di kuştina Haci Lokman Bîrlîk de aliyê madî yê mafê jiyanê binpê nekirine.

Dadgehê diyar kir ku kişandina cenazeyê wî li pişt panzereke zirxî bi rûmeta mirovahiyê re ne lihevhatî ye. Malbat û parêzerên wan daxwaza vekirina dozek giştî li dijî polîsên ku li cenazeyê xirab kirine kirin.
Çi qewimî?
Bûyer di sala 2015an de di dema pevçûnên ‘xendek û barîkatan’ de li Şirnexê qewimî. Cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk bi panzereke zirxî ve hatibû girêdan û bi bendikan hatibû kişandin.
Şîrove