Dîsa berf hat û dibistanan navber da perwerdeyê

Dîroka Weşanê: Google News
Dîsa berf hat û dibistanan navber da perwerdeyê

Li çend deveran û li herêmê berf bariya û li 8 bajaran dibistanan îro navber da perwerdeya xwe.

AMÎDA KURDÎ - Li hinek deverên Tirkiye û herêmê berf dibare û li 8 bajaran dibistan girtî ne. Li bajarên Dêrsim, Mereş, Erzirom, Erzingan, Çewlîg û Meletiyê û li bajarên Bayburt û Gumuşhane yên Tirkiyeyê îro ji ber berf û baranê û rewşa neyînî ya hewayê dibistan girtî ne û perwerde nayê dîtin.

Li gorî daxûyaniya Qaymeqamtiya Mereşê, li seranserê navçeya Goksunê dibistan îro girtî ne.

Her wiha Parêzgariyên Dêrsim, Erzirom, Çewlîg û Erzinganê jî bi daxûyaniyekê ragihand ku ji ber metirsiya berf û baran û qeşayê dibistan îro girtî ne. i gel vê yekê li navçeya Erebgîrê ya Meletiyê jî ji ber heman sedemê îro dibistan girtî ne.

Parêzgariyên Bayburt û Gumuşhane yên Tirkiyeyê jî ji ber berfa zêde heman biryar daye û li seranserê her du bajaran îro perwerde nayê dîtin.

Li gorî daxuyaniyên her pênc parêzgariyan, karmendên ducanî, astengdar û dayîkên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî dê bi destûra îdarî bên hejmartin.

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove