AMÎDA KURDÎ - Lîstikvanê navdar ê Amedsporê, Dia Saba, mêvanê bernameya All In Sportsê bû ku li Îsraîlê weşana xwe dike. Saba bal kişand ser atmosfera futbolê ya li Amedê û got, "Ev bajar futbolê di astek din de dijî. Jin, zarok, kal û pîr, her kes bi futbolê re mijûl e."

Wî her wiha peyamek li ser pêşeroja xwe da
Saba di derbarê îhtîmala vegera Îsraîlê de got, "Ger ez vegerim Îsraîlê, ez ê tenê ji bo Maccabi Haifa vegerim."
Futbolîstê serketî ku di tevahiya sezonê de 9 gol û 10 asist kirin, diyar kir ku ew bi gelemperî ji performansa xwe razî ye lê dikare çêtir bike. Dia Saba heta Hezîrana 2027an peymanek bi Amedsporê re heye.
Şîrove