Di Roja Rojnamegeriya Kurdî kê çi got?

Dîroka Weşanê: Google News
Di Roja Rojnamegeriya Kurdî kê çi got?

Di Roja Rojnamegeriya Kurdî de partî û serokên partiyan peyamên xwe dan.

AMÎDA KURDÎ - Sala 1898an ango 128 sal beriya niha li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê derxist.

Îro 128 sal ser derxistina rojnameya ‘Kurdistanê’ re derbas bûye û partî û serokên partiyan di derheqê Roja Rojnamegeriya Kurdî de daxuyanî dan.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, PWK, Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamên xwe bal kişandin ser çapemeniya Kurdî.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayip Temel di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku kevneşopiya çapemeniya Kurdî bûye sembola mîrat û berxwedaneke mezin.

Tayip Temel wiha got, ‘’Îro hîn jî rojnamegerî di bin gefên giran de ye. Rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe tên darizandin û girtin, astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û civaka demokratîk in."

Peyama PWKyê wiha ye: “Ji roja ku Rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran (çi qanûnî çi derqanûnî) kovar û rojnameyên Kurdan derketine. Lê dewletên desthilatdar her tim li hemberî van kovar û rojnameyan, berpirs û nivîskarên wan bûne asteng û zilm û zoreke nedîtî li wan kiriye.’’

Serokê PDKê Mesûd Barzanî bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û ev roj li hemû rojnameger û medyakaran pîroz kir û wiha got, ‘’Ez piştgiriyê didim erka girîng û rola rojnamegerên Kurdistanê yên ji bo parastina doza rewa ya gelê me, kûrtirkirina çanda aştîxwazî û bihevrejiyanê û her wiha parastina nirxên bilind ên civaka Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamegeran daxwaz kir ku bi dilsozî û pîşetiyeke mezin, berjewendiya giştî û aştiya civakî biparêzin û got, “Ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin. Rola xwe di bicihanîna çanda pêkvejiyanê, hevdûqebûlkirin û lêborînê de bilîzin. Her wiha ruhê welatparêziyê û hezkirina welêt geş bikin."

begendim
0
Begendim
bayildim
0
Bayildim
komik
0
Komik
begenmedim
0
Begenmedim
uzgunum
0
Uzgunum
sinirlendim
0
Sinirlendim

Şîrove Bike

Şîrove