AMÎDA KURDÎ - Operaya pirzimanî "Laissez durer la nuit" şevên jinan ku bi tenê ne dike mijar. Di performansa li ser dikê de temaşevan derdikeve rêwîtiyekê ku ji muzîka Barok dest pê dike û ber bi klamên Kurdî ve diçe.
Pênc karakterên jin bi perspektîfên cûda di promiyera xwe ya cîhanî de bi zimanên Almanî, Fransî, Kurdî, Gurcî, Tirkî û Îtalî ev performans pêşkêş kirin.
Hunermenda Kurd Eylul Nazlîer di vê operayê de beşên Kurmancî û Zazakî pêşkêş kir. Operaya ku bi zimanên cuda û şêweyên ji hev cihê pêk tê bi klamên Kurdî avahiyê pirzimanî ku li ser dike hatiye avakirin timam dike.
Eylul Nazlîer ji Amîda Kurdiyê re axivî û behsa girîngiya vê operayê kir: Her çi qas di destpêkê de jin, bi şev tenê bin û biguman bin jî, dawîya lîstikê de hemû tên ba hev û dibêjin; herkesekî çîrokek heye û çîroka min jî ev bû lê niha çîrokêkê nû tê nivisandin..!
‘Jin ne bi tenê ne, em destê hev digrin û şevê li xwe ronî dikin.’
Şîrove